SBS Kurdish - SBS Kurdî-logo

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS (Australia)

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Location:

Sydney, NSW

Description:

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Language:

Multilingual

Contact:

SBS Radio Sydney Locked Bag 028 Crows Nest NSW 1585 Australia (02) 9430 2828


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Komisyona nû ya pêvajoya aştiyê li parlemana Tirkiyê civînek li dar xist

8/7/2025
Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya nû li Parlamena Tirkiyê roja Duşemê 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem li dar xist, ku ev gaveke girînge ber bi çêkirina çarçoveyeke yasayî ji bo çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji bo pirsgirêka Kurd û vejandina pêvajoya aştiyê ya berfirehtir li seranserê Tirkiyeyê, da em zêdetir li ser pêvajoyê bizanibin em bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

Duration:00:09:25

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 7î Tebaxa 2025

8/7/2025
Di vê bûletene de: Dîplomatên Australî dibêjin nenaskirina dewleta Filistînî dê ji bo Îsraîlê xelat be... Weqfa Penceşêra Memikê ya Neteweyî 25 milyon dolar ji bo lêkolînê dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:10:31

Ask host to enable sharing for playback control

Girîngiya firçekirina diranên xwe

8/6/2025
Dr Omid Allan nêzîkî 30 salî ezmûna xwe di warê diranan de ye. Ew ji bo pêşvexistina tenduristiya devkî ya nexweşên ji her temenî kar dike. Ji sala 2000an vir ve, ew di warê çandina diranan de pispor e. Di axaftineke bi Dr Allan re ew têgihiştinên xwe yên li ser lênêrîna diranan hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan parve dike. Nêzîkatiya wî ne tenê dermankirine lê di heman demê de li ser perwerdehiyê jî tekez dike - hêzê dide nexweşan ku berpirsiyariya başiya diranên xwe bigirin ser xwe.

Duration:00:08:44

Ask host to enable sharing for playback control

Kesatiyekî ayînî Êzîdî li Almaniya tê êrîşkirin

8/6/2025
Li Almanya xurtekî êrişe Mîr Hazim Tehsîn Beg mîrê Êzidiyan kiriye ku vê yekê gelek diltengî ji bo civaka Êzîdî çêkir. Herweha di naveroka raportê de behsa rêjeya xenqandina xelkê bi melevanîyan dibe ku ev bûyerana gelekî zêdebûne. Em derbarê van herdu mijarên li jor bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

Duration:00:08:05

Ask host to enable sharing for playback control

"Tiştê ku ji me re hatiye îspatkirin Sûriye nikare vegere sîstema berê"

8/6/2025
Guhertineke siyasî ya girîng li Sûriyê çêdibe, ji ber ku hukûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên bi pêşengiya Kurdan ber bi gaveke nûh ve diçin. Di 10ê Adara 2025an de, serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî peymanek dîrokî îmze kirin da ku HSDê tevlî dezgeha dewleta Sûriyeyê bikin. Em derbarê wê babetê û babetên din bi Hev-Serokê Partiya Yeketiya Demokratîk berêz Salih Mislim re diaxafin.

Duration:00:12:00

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 6î Tebaxa 2025

8/6/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Bi hezaran mamosteyên Queensland ji ber mûçe û şert û mercan derdikevin girêvê... Australya û Fransa dê meha bê li Neteweyên Yekbûyî li ser dewleta Filistînê danûstendinê bikin. Û di futbolê de, mirina efsaneyekî Portogalî. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:42

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 5î Tebaxa 2025

8/5/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Desteya bilind a perwerdehiya navneteweyî pêşwaziya zêdebûna sînorê xwendekarên navneteweyî ji hêla hukûmetê ve dike... Wezîra Karên Derve Penny Wong bersiva tawanbarkirina welatiyekî Çînî bi destwerdana biyanî dide, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:24

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

8/4/2025
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 01/08/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Duration:00:59:17

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja 1î Tebaxa 2025

8/1/2025
Di bûletena nûçeyan de: Australya ji bacên nû yên Donald Trump e zêde rizgar bû... Diyaloga Uluru daxuyaniyeke tund da... Û di avjeniyê de, Australya li Singaporê medalyaya zêrîn a relay qezenc dike. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:42

Ask host to enable sharing for playback control

Agirên daristanan li Tirkiyê 10 agirkujan dikuje, bi hezaran bê mal dihêle

8/1/2025
Di agirên daristanan yên li çend herêmên Tirkiyeyê de hejmareke ji kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku germahiya zêde û bayên bihêz agirên wêranker li rojhilatê Deryaya Spî gur dikin. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê diaxafin.

Duration:00:10:19

Ask host to enable sharing for playback control

What is Garma? And why is it important? - Garma çi ye? Û çima girîng e?

7/31/2025
The very first Garma Festival was held just before the turn of the millennium in 1999, led by the late Yunupingu. But the mission of its founders remains: to be a cross-cultural meeting of leaders to discuss improving standards of living for all First Nations people. SBS looks at a small slice of what Garma is today. And a warning - this package contains the voice of someone who has died. - Yekem Festîvala Garma, berî destpêka hezarsaliya sedsalê di sala 1999an de, bi serokatiya Yunupingu rehmetî hate lidarxistin. Lê belê peywira damezrînerên wê hîn jî berdewam dike da bibe civîneke rêberan a çandî ji bo nîqaşkirina baştirkirina standardên jiyanê ji bo hemî gelên Neteweyên Yekem. SBS li perçeyekî piçûk ji Garma ya îro dinêre. Û hişyariyek - ev gotar dengê kesekî ku miriye dihewîne.

Duration:00:06:29

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 31î Tîrmeha 2025

7/31/2025
Di vê bûletene de: Piştî pêşnûmeqanûna deynê HECS di parlemanê de hat pejirandin, deynê bi mîlyonan xwendekaran tê kêmkirin... Berî hevdîtinên DYA di demjimêrên li pêş de, Îsraîl di bin zexteke zêde de ye li ser Xezzeyê... Û di avjeniyê de, Harrison Turner yekem mîdalîya şampyoniya cîhanê ya Australya di pêşbirka perperok a 200 metroyî de bi dest xist. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:11:07

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 30î Tîrmeha 2025

7/30/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Australya daxuyaniyeke hevbeş îmze kir ku rêya dewletbûna Filistînê dide... Wezîra Ragihandinê biryara hukûmetê ya tevlîkirina YouTube di qedexeya medyaya civakî de diparêze, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:00

Ask host to enable sharing for playback control

Hukûmeta Herêma Kurdistanê: Em li ser êrîşên dronan bêdeng namînin

7/30/2025
Iraqê yekemîn partiya siyasî ya jinan bi navê Partiya el-Mewadde damezrand, di destpêşxeriyeke ku armanc dike hewildanên jinên ji civak û mezhebên cûda bike yek û rola wan di jiyana siyasî de zêde bike. Her weha roporta ji Hewlêrê behs li ser zêdebûna êrîşên bi dronan ên li ser avahiyên pêtrolê li Herêma Kurdistanê dibe ku bûye çavkaniyeke xeman ji bo rayedarên herêmî. Bi gelemperî tê bawerkirin ku komeke ji milîsan li paş van erîşanin.

Duration:00:09:14

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 29î Tîrmeha 2025

7/29/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Senatorê serbixwe yê ACT sîstema hinartina xazê wek xapînok bi nav dike... Organîzatorên xwepêşandana Xezzeyê soz didin ku li dijî qedexeya Sydney Harbour şer bikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:44

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya podcasta bernameya SBS Kurdî bike

7/28/2025
Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.

Duration:00:53:09

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Înî 25î Tîrmeha 2025

7/25/2025
Di bûletena nûçeyan de: Fransa dê Dewleta Filistînê bi fermî nas bike... Xeznedar Jim Chalmers, ji bo çareserkirina kêmbûna hilberîna demdirêj bang li însiyatîfeke neteweyî dike... Û di bisiklêtvaniyê de, Ben O'Connor qonaxa çiyayî ya Tour de France bi serkeftineke hestyarî qezenc kir. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:41

Ask host to enable sharing for playback control

Dadgeha Federal a Iraqê îtîrazên li dijî parêzgehkirina Helebceyê red kir

7/24/2025
Komeke ji parlamenterên Iraqî doz li Dadgeha Federal vekirin û xwestin ku statuya Helebçeyê wekî parêzgeha 19emîn betal bikin, lê, dadgeha federal doz red. Li alîkî din, çend endamên Parlamena Herêma Kurdistanê xwestin ku xula 6emîn a HHK betal bikin. Dadgeha Federal a Iraqê doz red kir û hîşt ku xula 6emîn a HHK di meriyetê de bimîne.

Duration:00:09:49

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 24î Tîrmeha 2025

7/24/2025
Di vê bûletene de: Australya qedexeya xwe ya li ser anîna goştê dewêr ji DYA radike, ji ber ku ew li ser lêborînên gumrigê danûstandinan dike... Qanûnên nû ji bo parastina rêjeyên cezayê ji bo karkerên demkî Û di A-F-L de, Qedexeya sê maçan li ser parêzvanê Melbourne Steven May tê kirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:10:45

Ask host to enable sharing for playback control

Tirkiyê hişyarî da Kurd û aliyên din e li Sûriyê ku xweseriyê nexwazin

7/24/2025
Hem serokkormarê Tirkiyê Recep Teyyib Erdogan û hem jî wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hişyarî dan Kurdan û komên din ên li Sûriyê ku li dijî xweseriyê derkevin, û diyar kirin ku her hewldaneke ji bo parçekirina Sûriyê dê wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê were dîtin û dikare bibe sedema destwerdanê, pirs li vir eve, gelo Tirkiyê çima ewqas ji rewşa li Sûriyê bi tirse?

Duration:00:10:50